Weqfa Êtîman li Xezzeyê her roj şîva germ belav dike

Weqfa Êtîman bi armanca piştgirîya ji gelê Xezzeyê ku di bin sîya dorpêç û herbê de micadeleya jiyanê dide re di çarçoveya “Her Roj Sifreyek” de li herêmê her roj şîva germ belav dike.

Ev bû du sal e li Xezzeyê herb heye û di encama herbê de wêranîyekî wek xerakirina avahîyan,talankirina erdan û şehîdan pêk hat. Malbatên ku di bin xirbeyan de micadeleya jiyanê didin pirî caran nikarin şîva germ jî bidest bixin.

Weqfa Êtîman jî di vê mijarê de bi tevî dildarên xwe her roj li Xezzeyê ji zarokan re şîva germ dighêjîne.

Şîva ku ji mihtacan re têne belavkirin ji malbatan re dibe wek hilmekî û di bin sîya herbê de dibe morelekî.

Rayedarên Weqfa Êtîman, ji bona ku ev proje were meşandin bal kişand ku divê xêrwazan alîkarîyan bikin:

“Bi hezaran malbat li Xezzeyê, di warê gihandina şîva germ de gelek zehmetîyan dikşînin. Em, bi piştgirîya xêrxwazên xwe danîna van sifreyên xwe didomînin. Her bexşekî, rûyê malbatekî dinê jî dide kenandin. Hûn jî bi navbeynkarîya Weqfa Êtîman dikarin ji vê fealîyeta xêrê re bibin destek û ji mihtacên Xezzeyê re bibin hêvî. Hûn dikarin ji me re bexşan bikin û destê xwe ji xûşk û birayên xwe re dirêj bikin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Emrîka û rejîma sîyonîst şikestinek mezin xwarin
Ji ber barîna zêde cotkar nikarin dermanê zeviyên xwe birêjin
Vora ra raya 82 cayanê bınayışi ameye gırewtene
Berfeke zêde dibare
Îsota ku ji zeviyê bi 7 lîreyan tê girtin, li Diyarbekirê bi 200 lîreyan hat firotin