Weqfa Êtîman, li Xezzeyê her roj şîva germ belav dike

Li Xezzeya ku rejîma terorê ya îşxalker ev bû 6 meh e bi bomberdûmanê kirîye wek xerabeyê di alîyekî de jî îmtîhana birçîbûnîyê ya mirovên ku di heyatê de mane berdewam dike.

Ji ber ku rejîma îşxalker xwe nade li ber agirbestê, li Xezzeyê dramekî însanî ya mezin pêk tê.

Rejîma îşxalker ku her sal di meha Remezanê de êrîşî Xezzeyê dikir vê carê jî êrîşên xwe heta Remezanê dirêj kir û ji tu bangekî re guhê xwe venake.

Li Xezzeyê digel qirkirin, birçîbûnî û xelaya ku tê jîyandin meha Remezanê jî bi şeklekî berdewam dike.

Weqfa Êtîman, ji 7ê Cotmehê vir ve ku roja destpêka êrîşan e, gelek alîkarîyên xwe gihand û vê carê jî qazanên mezin dadanî û ji bo fitarîyê şîva germ belav kir.

Weqfa Êtîman, alîkarîya ku xêrxwaz dane wan heta îro ji Xezzeyê re gihandîye. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê