Weqfa Êtîman li Xezzeyê li cem mezluman e

Weqfa Êtîman, piştî agirbesta ku di 19ê Çileyê de hatibû îlankirin vir ve dermankirina birînên Xezzeyîyan didomîne.

Li Xezzeyê ji ber êrîşên sîyonîstan tu nexweşxane, navenda tenduristî û dibistanekî saxlem neman.

470 roj bênavber qirkirin û qetlîamên rejima îşxalker berdewam kir, di wan qirkirin û qetlîaman de piranîya wan zarok û pîrek tev de 48 hezar û 524 Filistînî şehîd bûn, 111 hezar û 955 Filistînî jî birîndar bûn. Ev hejmar jî her roj ku diçe zêde dibe.

Digel hemû van êrîş û qirkirinên sîyonîstan micahîdên Filistînî jî çok nedan erdê û li hember wan sekinîn. Li hember hemû qewet û alîkarîya Emrîka û sîyonîstan qehremantî û destanan nivîsandin. Rewşa herî dawîn jî niha li Xezzeyê agirbestek heye û lazimatî ji alîkarîya însanî re heye.

Weqfa Êtîman jî wezîfeya xwe ya biratîyê bicîh tîne û li Xezzeyê bênavber alîkarîyên xwe didomîne. Ger bi belavkirina xwarinê, ger bi alîkarîyên di warê tenduristîyê de fealîyetên xwe didomîne.

Piştî 19ê Çileyê ku destpêka agirbestê ye Weqfa Êtîman jî li Xezzeyê xebatên xwe zêde kir, li gelek cîhên Filistînê piştgirîya xwe ya bi gelê Filistînê re didomîne. Di meha Remezanê de jî giranîya xebatên xwe daye şîvê.

Ji teref Weqfa Êtîman ve hat daxuyandin ku heger ji Weqfê re alîkarî çiqas zêde bê kirin ew ê jî zêdetir fealîyetan bikin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno