Weqfa Êtîman, li Xezzeyê xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne

Weqfa Êtîman, alîkarîyên xwe yên ku ji bo Xezzeyê dabûn destpêkirin bênavber didomîne. Weqf, bi tevî dildarên xwe yên li herêmê 3 roj li ser hev şîva germ belav kir.

Weqfa Êtîman, li Xezzeya ku di bin bomberdûmana giran de ye fealîyetên xwe yên alîkarîyê didomîne.

Weqfa Êtîman ku birînên gelê Xezzeyê ku ji 7ê Cotmeha sala 2023yan vir ve di bin bomberdûmanên giran de çêbûne derman dike, bi tevî bexşên xêrxwazan li çar alîyê Xezzeyê ji gelê mezlum re 3 roj li ser hev şîva germ belav kir.

Xeyn ji vê fealîyetê Weqf, ji bona ku drama însanîyetê jî hindik bike ji konan re jî xwarinê belav kir.

Weqfa Êtîman, destnîşan kir ku ew ê li herêmê xebatên wan yên alîkarîyê berdewam bike û heta ku krîza însanî ya li herêmê dawî bibe wê xebatên xwe bidomînin.

Li Xezzeyê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve di encama êrîşên sîyonîstan de 17 hezar û 492 jê zarok, 11 hezar û 979 jê pîrek tev de 44 hezar û 502 kes şehîd bûn.

Di van êrîşan de 105 hezar û 454 kes jî birîndar bûn, bi hezaran mirov jî ji cîhê xwe bûn. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin