Weqfa Êtîman li Xezzeyê xebatên xwe yên belavkirina xwarina germ didomîne

Weqfa Êtîman, ku ji bo piştgirîkirina xelkê Xezzeyê yê ku di bin siya şer û dorpêçkirinê de ji bo jiyanê têdikoşe, projeya "Her Roj Sifreyek" da destpêkirin, di çarçoveya projeyê de her roj li herêmê belavkirina xwarinên germ didomîne.

Her çiqas êrîşên rejîma dagirker ên li ser Xezzeyê bênavber berdewam bikin jî, hewldanên alîkarî û seferberiyê yên li çaraliyê cîhanê hatine destpêkirin jî berdewam dikin.

Weqfa Êtîman, ku bi bexşên xêrxwazan projeya "Her Roj Sifreyek" li Xezzeyê pêk aniye, xwarinên ku bi rêkûpêk têne amadekirin her roj bi rêya tîmên xwe yên dilxwaz ji malbat û sêwîyên hewcedar ên li Xezzeyê re dişîne.

Weqfa Êtîman, ku di nav rewşa mirovî ya giran de xebatên xwe didomîne, pêdiviyên xwarina germ ên rojane yên bi hezaran kesan peyda dike.

Xwarinên ku ji hêla xwebexşên li herêmê ve têne belavkirin, hem ji bo malbatên ku bi birçîbûnê re têdikoşin nefesek teze peyda dikin û hem jî ji bo dilên ku ji ber şer westiyane moralê bilind dikin.

Rayedarên Weqfê spasiya xwe ji bo bexşvanan anîn ziman û destnîşan kirin ku ew armanc dikin ku bi piştgiriya ku ew pêşkêş dikin bigihîjin girseyek berfirehtir. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Emrîka û rejîma sîyonîst şikestinek mezin xwarin
Ji ber barîna zêde cotkar nikarin dermanê zeviyên xwe birêjin
Vora ra raya 82 cayanê bınayışi ameye gırewtene
Berfeke zêde dibare
Îsota ku ji zeviyê bi 7 lîreyan tê girtin, li Diyarbekirê bi 200 lîreyan hat firotin