Weqfa Karwanê Hêvîyê li Serî Kanîyê cil û zexîreyan belav kir

Weqfa Karwana Hêvîyê, li navçeya Serê Kanîya Rihayê ji mihtacan re cil û berg û zexîreyan belav kir.

Weqfa Karwana Hêvîyê, li Serê Kanîyê bi fealîyetên xwe yên alîkarîyê dîsa dilê mihtacan kêfxweş kir. temsîlkarîya Serê Kanîyê ya Karwana Hêvîyê, ji malbatên ku li navçeyê rûdinên û mihtacin re cil û berg û zexîreyê gihand û mînakbûna alîkarîyê nîşan da.

Di navbera alîkarîyên ku hatine belavkirin de bi tevî zexîreyan, bi destpêkirina zivistanê cil û bergên zivistanê jî belav kirin.

Malbatên ku feqîr in, bi tevî zarokên xwe çûn avahîya Temsîlkarîya Serê Kanîyê ya Karwana Hêvîyê, li gorî dilên xwe, xwe poşandin.

Temsîlkarê Serê Kanîyê ya Karwana Hêvîyê Adnan Saglam derheqê alîkarîya ku kirin de axivî û weha got, “Fealîyetên me yên mehane berdewam dikin. Em di meha Kanûnê de jî bi bexşên xêrxwazên xwe ji gelek malbatan re alîkarîya cil û bergan kir û me ji wan re kolîyên zexîreyan belav kir. Bi îzna Xwedê em ê xebatên xwe bidomînin. Xwedê ji xêrxwazan razî be.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê