Weqfa Karwanê Hêvîyê li Serîkanîyê alîkarîyan belav kir

Weqfa Alîkarîya Însanî ya Karwana Hêvîyê ya li navçeya Serêkanîyê Rihayê ji bo malbatên mihtac bi piştgiriya xêrxwazan "hêvî"bûna didomîne.

Weqfa Alîkarîya Însanî ya Karwana Hêvîyê li çar alîyê welat xebatên xwe yên alîkariyê didomîne. Karwana Hêvîyê ya Serêkanîyê her meh gihandina alîkariyên mirovî ji bo êtîm û malbatên mihtac didomîne.

Temsîlkarê Serêkanîyê yê Weqfa Alîkarîya Însanî ya Karwana Hêvîyê Adnan Sağlam der barê xebatên alîkariyê de daxuyanî da û got, "Em her meh xebatên xwe yên alîkariyê yên ji bo êtîm û malbatên mihtac didomînin. Di meha Mijdarê de bi alîkariyên xêrxwazên me ji gelek malbatan re paketên pere û erzaq gihandin û em ê vêya bidomînin."

Saglam diyar kir ku ew hewl didin ji malbatên hewcedar re bibin "Hêvî" û ji xêrxwazan re bibin "Rêber" û di navbera destê dayîn û standinê de bibin pirek.

Sağlam spasîya xêrxwazan kir û diyar kir ku ew ê piştgiriya xwe ya ji bo dewamkirina alîkarîyê bidomînin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê