Weqfa Yetîman a ku navenda wê li Diyarbekirê ye bi wasitaya Komeleya Pêşveçûyîn û Alîkarîyê ya Xazze Îsarê ji 100 êtîman re bû sponsor.
Muennîs Muhammed Silêmanê ku serokê komelê û temsîlkarê Xazzê yê Weqfa Yetîman e di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ew ji ber alîkarîyên ku hatine kirin ji wan birayên xwe yên Tirkîyeyî re mînnettar in.
“Hz. Muhammed dibêje ‘Ez û ew kesên ku xwedî li yetîman derdikevin em ê li cennetê li kêleka hev bin”
Silêman di berdewama axavtina xwe de diyar kir Weqfa Yetîman ji 100 kesên yetîm re bûye kefîl û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Pêxemberê me her du tiliyên xwe nîşan dide û dibêje ‘Ez û ew kesên ku xwedî li yetîman derdikevin li cennetê li kêleka hev bin.’ Ji ber vê alîkarî, ked û hewldanên Weqfa Yetîman a ku bûye mazharê vê hedîsê, Xweda mukafata wan bide, em vê yekê niyaz dikin.”
“Em li benda alîkarî û desteka we ne”
Silêman di berdewam axavtina xwe de diyar kir xelkê Xezzê di nav şert û mercên xirab ên îqtîsadî û nexweşîyê de hewil didin bijîn û alîkarîyên ku tên kirin têra van tiştan nake û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Li Xazzê gelek êtîm hene û di bin şert û mercên giran de hewil didin bijîn. Gelek însanên ku ji ber 3 şerên dawî yên ku ji teref îsraîl ve hatibûn destpêkirin de nexweş ketibûn micadele didin. Gelek êtîmên ku li xeta Xazzeya ku ev 12 sal in hatiye dorpêçkirin dijîn li benda xêrxwazan in ku ji wan re bibin sponsor.”
“ Ji ber dorpêçkirinê êtîmên me li benda alîkarîyê ne”
Silêman di berdewama axavtina xwe de diyar kir bo ji êtîman re alîkarî bê kirin li benda desteka xêrxwazan in û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Bo ji van êtîmên mezlûm re alîkarî bê kirin em pêşî ji Xwedê û dû re ji we alîkarîyê teleb dikin. Ji ber dorpêçkirinê êtîmên me li benda alîkarîyê ne, lewra di bin şert û mercên giran de dijîn. Divê rêjeya alîkarîyan bê zêdekirin, lewra têra pêdivîyan nake. Bêşek û bêşiphe ev rêja û meblax hindik be jî li ba qeta Xweda ecr û mukafata wê gelekî zêde ye.”
Beşşar Îsmaîl el-Da û Rîmas el-Akedê êtîmên Xazzeyî ne ji ber alîkarîyên ku hatine kirin ji Weqfa Yetîman re teşekkur kirin.(ÎLKHA)