Weqfa Yetîman li Hazroyê temsîlkarî vekir

Sazîya alîkarîyê Weqfa Yetîman ku ji bo yetîm, sêwî û bêkesan alîkarî û xebatan dike li navçeya Hazroya Diyarbekirê temsîlkarî vekir.

Temsîlkarî li ser Kolana Şehîtlîkê ya li Taxa Hurrîyetê hat vekirin. Bernameya vekirina temsîlkarîyê bi tîlaweta Quranê dest pê kir û bi axavtina Alîkarê Serokê Giştî yê Weqfa Yetîman Cahît Cemîl Unsal berdewam kir.

Unsal di axavtina xwe de got ku ji ber vekirina temsîlkarîya li Hezroyê ew kêfxweş in û dûre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê bes bi nezereke maddî li meseleya wan kesên êtîm û sêwî neyê mêzekirin. Lewra îxtiyaca wan zarok û malbatên sêwî û yetîm bi mistanê jî heye. Her wisa îxtîyaca wan bi ziyaretkirinê, xwedîderketin û gotinên xweş jî heye. Ev yek li ba Xwedê tiştekî gelekî bi qedr û qiymet e. Ji ber vê yekê em ji vê yekê mesûl e. Xweda vê yekê bike wesîleya xêr û bereketê.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin