Werin Em Dersên Hilbijarî Yên Kurdî Hilbijêrin

Nesîh GULER

Wek hûn jî dizanin piştî avakirina Komarê hebûna kurdan hat înkarkirin û axaftin û xwendin û nivîsandina bi kurdî jî hat qedexe kirin. Kurda, dev ji bajaran berdin, li gundên xwe jî nikarîbûn bi Kurdî biaxivin. Bi taybetî li gundên ku qereqolên cendirmeyan hebûn, di vî warî de gelek pirsgirêk hatin jiyîn. Kesên ku bi Kurdî bi axivyana têra wan li wan dixistin û bi serde jî cezayê pera dida wan. Her wiha li bajarên Kurdan jî heman zext û zordarî dihate kirin.

Belkî di tarîxa dinyayê de hovîtîya wanî li tu devera çênebûye. Milletekî ku nehêlin bi zimanê xwe bipeyivin li tu cihî nehatîye dîtin. Hîtler bixwe jî di nîjadperestîye de hewqas pêşve neçûye. Belkî dinav qebîlê Efrîka yên hurum de jî ev tişta nehatîye dîtin. Lê Kemalîstan yanî desthilatîya CHPê de li Bakurê Kurdistanê ev hovîtîya hanê hate kirin.

Ji ber vê zilmê Kurda li hinek cîya zimanê xwe jibîr kirin asîmîle bûn. Ba xusûs li bajarê mezin êdî di hundirê mala xwe de jî bi Kurdî neaxivîn. Şixwe xwendin û nivîsandina Kurdî jiber tunebû qedexe bû kesekî nizanîbû. Di medresa de bi elfabeya Erebî zimanê Kurdî ders dihat dayîn. Ji ber medrese jî hatibûn qedexe kirin pire wan hatin girtin yan jî bi dizî mela ders didan feqîya. Zemankî dirêj vêya dewam kir.

Malûmê we ye di van salên nêzîk de van qedexeyan sist bûn û nîsbeten jî rabûn. Di pêvajoya çareseriyê de dewletê hinek gav avêtin. Televizyona kurdî hat avakirin, Zimanê kurdî di dibistanan de bû dersa hilbijarî. Evan gavana helbet li gorî berê başe, lê feqet têrê nakin. Divê Naskirina hebûna Kurdan bi qanûnî were naskirin, zimanê Kurdî bibe duyemîn zimanê fermî û li hemû dibistanan bê xwendin û di îdarê de hinek reform bên çêkirin.

Lê feqet îro ya muhîm em li zimanê xwe xwedî derkevin. Di malê xwe de li çarşî û kolanan de bi Kurdî biaxivin. Ya din jî di van rojan de di dibistanan dema hilbijartina dersên hilbijartî berdewam dike. Yên zarokên wan di dibistanên navîn de xwîner hebin herin dibistanan daxwaznameya dersa hilbijarî ya Kurdî yanî Kurmancî/Zazakî bidin. Yên zarokên wan nebe jî ji merivê xwe û der û dorê xwe re bibêjin û wan teşwîq bikin ku dersa bijarte ya kurdî hilbijêrin.

Îro li Tirkîyê bi hindikî 30 mîlyon Kurd hene. Sala borî tenê 20 hezar kesî dersa hilbijarî ya Kurdî hilbijartiye. Vêya ji Kurda re şerme. Îro dersa Kurdî eger em bi 100 hezaran nebijêrin sibehê emê çawa d’awa ku Kurdî bibe zimanê fermî bikin. Dema em bibêjin bera Kurdî bibe zimanê fermî, ewê bibêjin ka çend kesî dersa Kurdî hilbijartî ye.

Li gori mafê însana pêwiste dewlet bê hilbijartin zimanê dayikê yên Kurda dersa Kurdî têxe mufredatê. Lê belê di şert û mercên Tirkiyeyê de ev zehmet in. Ya li me dikeve em perwerdeya bi Kurdî bînin rojevê, bi daxwazîya xwe ya bi israr bi cîh bînin.

Ji ber vê yekê em ji bo hilbijartina dersa Kurdî seferber bibin, da ku bi 100 hezaran kes dersa Kurdî hilbijêrin. Bi vî awayî dema ku em mafê mecbûrî kirina perwerdeya bi zimanê zikmakî bixwazin dê destê me xurtir bibe.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.