Wesayît di bin tirê de ma: 2 mirî, 1 birîndar

Li navçeya Elcewaza bedlîsê wesayîtek ket bin tirê. Di encama qezayê de 2 kesên ku di nav wesayîtê de bûn canê xwe ji dest dan, şofêrê tirê jî birîndar bû.

Qeza di seatên nîvroyê de pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîta bi plaqeya 34 GJL 740 di dema çûndinê de ket bin tira bi plaqeya 29 AAP 732 ya ku di bin kontrola Ahmet F. De bû.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên AFAD, cenderme û tenduristîyê hatin sewqkirin. Hat diyarkirin ku Hasan Can H. Û Vahap H. Yên ku di nav wesayîtê de bûn canê xwe ji dest dan.

Hat îfadekirin Ahmet F. Yê şofêrê tirê jî birîndar bû. Cenazeya mirovên ku canê xwe ji dest dane ji mergê re hatin rakirin, şofêrê tirê yê birîndar jî ji nexweşxaneyê re hat rakirin. Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê