Wesayît gêrê şerempolê bû: 1 birîndar

Li navçeya Arxaya Meletîyê wesayîtek ji ber ku şofêrê wî hakimîyeta dîreksîyonê winda kir gêrê şerempolê bû. Di encamê de şofêrê wesayîtê birîndar bû.

Qeza, li ser rêya Qeyserî-Meletîyê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 44 AGH 299 ya ku di bin îdareya H.K. (61) de bû, ji ber ku şofêrê wî hakimîyeta dîreksîyonê winda kir gêrê şerempolê bû.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristî û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Hat diyarkirin ku şofêrê wesayîtê birîndar bûye û ji nexweşxaneyê re hatîye rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno