Wesayît gêrê şerempolê bû: 2 mirî

Li navçeya Midyada Mêrdînê di encama qezaya ku pêk hat de 2 kesan canê xwe ji dest dan.

Qeza, li cihê sêrêka ya li ser rêya Mêrdîn-Êlihê pêk hat.

Hat îfadekirin ku şofêrê wesayîtê kontrola xwe winda kir û gêrê şerempolê bû.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên îtfaîye, tenduristî û cenderme hatin sewqkirin.

Hat diyarkirin ku 2 kesên ku di dema qezayê de ji wesayîtê pekîyane derve li cihê bûyerê canê xwe ji dest dan.

Cenazeyên ku hê nasnameya wan nehatine tespîtkirin ji morga nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Derbarê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin