Wesayît gêrê şerempolê bû: 4 birîndar

Li Meletîyê, wesayîtek ji ber ku şofêrê wê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir gêrê şerempolê bû. Di encama qezayê de 4 kes birîndar bûn.

Qeza, doh êvarê li Taxa Mîmar Sînana navçeya Hekîmxanê pêk hat.

Li gorî, agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 58 YE 647 ya ku di bin îdareya F.G. de bû li alîyê îstasyonê, şofêrê wê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir û gêrê şerempolê bû.

Di encama qezaya ku pêk hat de şofêr F.G. û S.K, E.T. û S.G. yên ku bi şofêr re bûn birîndar bûn.

Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristî, polês û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a tenduristîyê ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin