Wesayît gêrê şerempolê bû: 5 birîndar

Li gundê Pinarlara navçeya Derelîya Gîresûnê, wesayîtekî ku dixwest par bike gêrê şerempolê bû. Di qezayê de yek jê giran 5 kes birîndar bûn.

Li gorî agahîyan, Volkan K.yê 35 salî, dema ku dixwest wesayîta xwe park bike hakimîyeta dîreksîyonê winda kir.

Wesayît, nêzê 10 meter ji bilindahîyê ket xwarê.

Di encama qezayê de şofêr Volkan K. û Poyraz Efe K. (6), Emre F. (25), Tuğba F. (26) û İrem K. (30) ku di nav wesayîtê de bûn birîndar bûn.

Piştî qezayê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, cenderme û AFADê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Hat diyarkirin ku rewşa Îrem K. giran e.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Emrîka û rejîma sîyonîst şikestinek mezin xwarin
Ji ber barîna zêde cotkar nikarin dermanê zeviyên xwe birêjin
Vora ra raya 82 cayanê bınayışi ameye gırewtene
Berfeke zêde dibare
Îsota ku ji zeviyê bi 7 lîreyan tê girtin, li Diyarbekirê bi 200 lîreyan hat firotin