Wesayît li kerîyê pez qelibîn: 42 heywan telef bûn û 6 kes jî birîndar bûn

Li Êlihê li ser Rêyahawirdorê ya Başûr wesayîtan li kerîyê pez a ku derket rê qelibîn, di encama bûyerê de 42 heywan telef bûn û 6 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Rêyahawirdorê ya Başûr a Êlihê çend wesayît li pezê ku derket ser rê qelibîn, di encama bûyera ku pêk hat de 42 heywan telef bûn û 6 kes jî birîndar bûn. Piştî bûyerê mînîbûseke ku li pez qelibî hat şewitandin.

Qeza doh êvarî li Rêyahawirdorê ya Başûr li mewqîya TOKÎyê Kuyubaşiyê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin pezê ku şivanê wê Emîn Badem bû dema ku vedigerîya malê li ser rê mînîbûsa bi palqeya 72 S 0306 a ku ajokarê wê Can Okkeş bû û du wesayît li pez qelibîn. Di encama bûyera ku pêk hat de 42 heywan telef bûn û 6 kes jî birîndar bûn.

Piştî ku bi qezayê hat hisîn re gelek ambûlans û yekîneyên polêsan hatin sewkkirin cihê bûyerê.

Li cihê bûyerê di navbera naskirîyên Bademê şivan û xwedîyê mînîbûsê de rageşî çêbû. Ji ber rageşîya ku pêk hat polêsan di hewayê de gule berdan û hewil dan terefan ji hev vekin.

Mînîbûsa ku dabû ser pez ji teref kesên ku nasnameyên wan nediyar in ve hat şewitandin. Şewat ji teref îtfaîya ku hat cihê bûyerê ve hat tefandin.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)




















 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe