Wesayît û mînîbûs li hev qelibîn: 2 mirî, 5 birîndar

Li navçeya Zêtkaya Agirîyê wesayîtek û mînîbûsek li hev qelibîn, di encama qezayê de 1 jê zarok 2 kesan canê xwe ji dest dan, 5 kesan jî birîndar bûn.

Qeza, li nêzê gundê Sarêya Zêtkaya Agirîyê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîta bi plaqeya 64 AFC 154 ku di bin îdareya V.Y. de bû li mînîbûsa bi plaqeya 23 AAR ku di bin îdareya C.U. de bû qelibî.

Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, cenderme, îtfaîye û AFADê hatin sewqkirin.

Ekîbên ku hatin cîhê bûyerê destnîşan kirin ku di qezayê de A.A. yê 1 salî canê xwe ji dest daye.

M.A. yê ku birîndar bû û ji Nexweşxaneya Dewlet a Zêtkayê re hatibû rakirin jî li nexweşxaneyê digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest da.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno