Wextê îtîrazê ya li Komîsyona OHALê sibe xelas dibe

Serîlêdanên li Komîsyona Lêkolîna Kirarîyên Rewşa Derasayî sibe bi dawî dibin.

Hat ragihandin serîlêdanên li Komîsyona Lêkolîna Kirarîyên Rewşa Derasayî sibe bi dawî dibin.

Kesên ku ji kar hatine îxrackirin, bursên wan hatiye qutkirin, personelên ewlehîyê yên teqawîdbûyî û rutbeyên wan hatine standin û sazîyên ku hatine girtin dikarin hetanî sibe serî li Komîsyona Lêkolîna Kirarîyên Rewşa Derasayî bidin û îtîraz bikin.

Hejmara kesên ku hetanî serî li komîsyonê dane 106 hezaran derbas kiriye.

Bi qerarnameyên di hikmê qanûnê de heta îro tev de 110 hezar û 778 kes j hatin îxrackirin û 3 hezar û 604 kes jî ji wezîfeyên xwe re hatin îadekirin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe