Wezareta Karên Derve derbarê pevçûnên li Yemenê de daxuyanî da

Wezareta Karên Derve derbarê pevçûnên ku li Adena Yemenê pêk hatin û gelek kes tê de jiyana xwe ji dest dan de daxuyanî da û xemgînîyên xwe anî zimên.

Berî vê çendakî li Adena Yemenê di navbera  yekîneyên girêdayî hikûmeta meşrû û hinek komên cudaxwazî de pevçûnên gelekî tund rû dabûn û di van pevçûnan gelek kes miri bûn û gelek kes jî birîndar bûbûn.

Ji teref Wezareta Karên Derve ve derbarê van pevçûnên ku di navbera du koman rû dan de daxuyanîyek hat dayîn. DI daxuyanîya ku ji teref Wezaretê ve hat dayîn de hat ragihandin divê li hember hikûmeta meşrû hûrmet bê nîşandan  û divê ji wan kiryarên ku dê çareserîya qeyranê zehmettir bike bê dûr sekinîn.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin