Doh di niştina ku li Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî hat kirin de bo Sûrîyê heta 30 rojî agirbest hat îlankirin. Piştî qerara agirbestê ji teref Wezareta Karên Derve ve derbarê mijarê de daxuyanîyek hat dayîn û hat destnîşankirin ew ji ber agirbesta ku hatiye îlankirin kêfxweş in.
Di berdewama daxuyanîyê de hat ragihandin ew wek Tirkîyê hêj di serî de bo rageşî bê kêmkirin, pevçûn bê sekinandin û tesîsa agirbesta li Sûrîyê hewil dane û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Em ji ber qerara agirbestê kêfxweş in.”
ÎLKHA