Wezareta Karên Hindir: 4 ton kokaîn hatin bidestxistin

Wezareta Karên Hindir, destnîşan kir ku ji keştîyekî bi navê RASê re operasyon hatîye kirin, di encamê de nêzê 4 ton kokaîn hatîye bidestxistin.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref wezaretê ve hat belavkirin, di 4ê Cotmeha 2024an de ji teref hêzên Spanya û Fransayê ve ji keştîyekî bi navê RAS a ku ala Tanzanyayê li ser e re operasyon hat lidarxistin û 4 ton kokaîn hat bidestxistin.

Di operasyonê de 7 jê Tirk, 2 jê Ezerbaycan û 1 jî jê Hollandayî tev de 10 kes hatin qefaltin.

Serokatîya me ya Daîreya Micadeleya bi Sûcên Narkotîk a Midurtîya Giştî ya Ewlehîyê bi lez bi polêsê Spanyayê ve ketin nav têkilîyê û vê pêvajoyê bi hev re îdare dikin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin