Wezareta Koç a Iraqê ew ê alîkarîyên ji bo kampa penaberan li Kurdistanê bide sekinandin

Wezareta Koçber û Koç a Iraqê, daxuyand ku ew ê ji 30yê Tîrmehê şûnda ji kampên penaberan a li Herêma Kurdistanê re alîkarîyên maddî êdî neşînin.

Berdevkê Wezareta Koçber û Koç a Iraqê Elî Ebbas weha got, “Ew ê ji malbatên ku di kampê de dimînin re heta dîroka ku tê qalkirin ji serê malbatê re 4 milyon dînar bê dayîn. Hemû alîkarîyên ku ji teref wezaretê ve têne dayîn ji wê dîrokê şûnda bêne sekinandin.”

Elî Ebbas, “Me ji wan kesên ku ji cîhê xwe bûne re îmkanên ku bila ji herêmên xwe re vegerin, li cîhên ku li wê derê dijîn jî ji xwe re jîngeh bikin an jî biçin wîlayetekî dinê pêşkêşî kir.”

Hejmarê mirovên ku ji cîhê xwe bûne li Herêma Kurdistanê 928 hezar kes in, ji wan jî 664 hezarên wan mirovên ku li derveyê kampên in û ji cîhê xwe bûne ne, 264 hezarên wan jî penaberên Sûrîyeyê ne.

Li Herêma Kurdistanê ji bo mirovên ku ji xîhê xwe bûne li Dihokê 16, li Hewlêrê 6 li Silêmanî jî 4 heb kamp hatine vekirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kürdistan Haberleri

Serokê Herêma Kurdistanê dê îro biçe Tehranê
4 işçi öldü, 2 kişi yaralandı
4 karkera canê xwe ji dest dan
Qaladizê katliamının üzerinden 50 yıl geçti
Cumhurbaşkanı Erdoğan IKBY Başkanı Barzani ile görüştü