Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê: Bombekirina însanên birçî ya li Xezzeyê bûye tiştekî normal

Wezareta Tenduristî ya Fîlîstînê, bang li civaka Navneteweyî kir ku bila xelkê li bakurê Xezzeyê ku ji xela û felaketê gelek zêde tesîrdar dibin xelas bikin.

Di daxuyanîya ku ji teref wezaretê ve hat belavkirin de hat îfadekirin alîkarîya însanî ya ku ji bakur re tê kirin hindik e û qîm nake.

Hat ragihandin dibe ku ev kêmasîya alîkarîyan bibe sedema mirina hemû Xezzeyîyan.

Bal hat kişandin ku bombekirina xelkê Xezzeyê hema hema bûye wek tiştekî normal, civaka navneteweyî jî ev tiştê temaşe dike û hindik hatina alîkarîyan jî tê vê maneyê ku însanên li wê derê ew ê bimrin.

Wezaret, ji bo xelkê bakurê Xezzeyê banga alîkarîyê kir û weha got: “Wan terkê birçîbûnî, bomberdûman û nexweşînê nekin yan na ew ê doxtor û nexweş jî bimrin.”

Wezaret hişyarî da ku ew ê di rojên pêş de ji mexdûrîyeta birçîbûnîya herî zêde re bibin şahid. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno