Wezîr Yerlîkaya: 4 mirî, 14 birîndar

Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, derheqê hurgilîyên êrîşa ku li TUSAŞê hat kirin de weha got, “Di êrîşê de mixabin 4 şehîd, 14 birîndarên me hene.”

Wezîr Yerlîkaya, derheqê êrîşa ku li navçeya Kahramankazana Enqereyê li ber Tesîsa Hevkarîya Anonîm a Senayîya Balafir ên Tirk (TUSAŞ) hat kirin de li ser hîsaba xwe ya Xê daxuyanîyeke duyemîn parve kir.

Yerlîkaya, di daxuyanîya xwe de weha got:

“Di êrîşa li dijî Tesîsa Hevkarîya Anonîm a Senayîya Balafir ên Tirk ya li navçeya Kahramankazana Enqereyê hat kirin de 2 terorîst hatin bêtesîrkirin. Di êrîşê de mixabin 4 şehîd, 14 birîndarên me hene. Ez ji şehîdên me re ji Xwedê daxwazîya rehmê; ji bo birîndarên me jî daxwazîya şîfa lezgîn dikim. Vê êrîşa necis lenet dikim.

Heta ku terorîsta dawîn bê bêtesîrkirin ew ê micadeleya me bi ezim û qerarî berdewam bike. Ji kerema xwe gohên xwe bidin daxuyanî û çavkanîyên fermî.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno