Erdheja di mezinahîya 6.1 an de li navçeya Sındırgı ya Balikesirê çêbû li Stenbol, Îzmîr û navçeyên derdorê jî hate hîskirin.
Li gorî agahiyan, ji ber erdhejê hinek xanî zerar dîtine û avahiyek jî bi temamî hilweşiyaye.
Bal hat kişandin ku divê mirov nekeve nav avahiyên zirar dîtî. Li ser erdhejên biçûk ên piştî erdhejê hişyarî hat dayîn.
Ji welatiyan hat xwestin ku li gorî daxuyaniyên fermî tevbigerin.
Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya di daxuyaniyekê ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kir de got, "Niha rewşek xerab tune ye. Em gav bi gav dişopînin."
Yerlikaya got, "Li Sindirgîya Balikesirê erdhejeke bi şîdeta 6.1 pileyî çêbû. Hemû ekîbên AFAD û saziyên me yên eleqedar bi lez û bez dest bi lêgerînên li qadê kirin. Niha ti bûyerên xerab çênebûne. Em rewşê bi berdewamî dişopînin. Ez ji welatiyên me yên ku ji erdhejê tesîrdar bûne re derbasîyên xwe pêşkêşî dikim. Xwedê welat û miletê me ji afetan biparêze."
Di heman demê de, Walîtiya Stenbolê, ku yek ji bajarên ku erdhej lê hatiye hîskirin, daxuyaniyek weşand û got, "Erdheja bi lerza 6.1 pileyî ku li navçeya Sîndirgi ya Balikesirê qewimî, li Stenbolê jî hatiye hîskirin. Heta niha ti bûyerên xerab nehatine ragihandin û ekîbên me yên qadê dest bi xebatên şopandinê kirine." (ÎLKHA)