Wezîr Yumakli: Şewatên li Îzmîr û Manîsayê hêj berdewam dikin

Wezîrê Daristan û Çandinîyê Îbrahîm Yumakli, destnîşan kir ji şewatên ku li giştîyê welat derketine 9 hebên wan mezin in û ji van jî şewatên Akhîsara Manîsa, Kuyucak û Doganbeya Îzmîrê berdewam dikin.

Wezîr Yumakli şewatên li navçeyên Seferîhîsar û Menderesa Îzmîrê derketine ji hewayê ve lêkolîn kir, li Taxa Orhanliyê ji çapemenîyê re daxuyanîyê da.

Yumakli bibîrxist ku Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê ji serê heftê vir ve ji bo herêmên Marmara, Ege û hinek Behra Spî hişyarîya bahozê dida, di vî warî de bal dihat kişandin ku bila welatî baldar bin.

Yumakli îfade kir ku digel vêya dîsa jî li hinek cîhan şewat derket, roja Yekşemê li giştîyê welat 77 şewat çêbûn.

Yumakli di daxuyanîya xwe de îfade kir ku ji van şewatan jî 53 hebên wan li derveyê daristanan bûne û got, “Ez naxwazim ku bibêjim ev şewat li nav daristanê an jî ev şewat ne li nav daristanê derketîye lê ez dixwazim bibêjim ku em tenê bi şewatên daristanê re micadele nakin bi rastî di nav micadeleyekî tev de ne. Ji van 9 hebên wan mezin bûn. Ji van jî şewatên Akhîsara Manîsa, Doganbey û Kuyucaka Îzmîrê berdewam dikin. Hersê şewat jî ciddî ne”.

Hat îfadekirin ku şewata li Akhîsara Manîsayê bi qismî hat bin kontrolkirin lê bi tesîra bahozê ji nû ve dest pê kir, şewat dinê jî bi xebatên ekîban hatin binkontrolkirin.

Hat ragihandin ku di şewatên li Îzmîrê de 1113 personel, 11 balafir, 27 helîkopter, 281 arazoz, makîneyên kar û wesayîtên dinê midexele dikin, niha jî 4 gund û 2 tax hatine valakirin.

Wezîr Yumakli destnîşan kir ku, “Ji 1ê Hezîranê vir ve 569 şewat di nav daristanê de, 890 şewat jî li derveyê daristanê derketine, me midaxeleyê 1459 şewatan kir. Di van şewatan de wesayîtên me yên hewayê 9 hezar û 297 sortîde, 30 hezar û 857 ton avê avêtine”.

Wezîr weha berdewam kir, “258 şewat ji ber prêzê, 126 şewat ji ber îzmarîtên cixarê derketine. 34 şewat ji agirê seyranê, 26 şewat jî ji çopan derketine. Dîsa em ji li vê derê ehemmîyeta amûrên ku şewatê derdixin an jî îxtîhamal derxistinê hene navêjin çopê dibînin. Ji ber vana jî 20 şewat derketin. Tenê 4 şewat ji ber agirbazê derketine”. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar