Di lêpirsîna bazarên sermayeyê ya ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve tê birêvebirin de, ji bo wezîra berê Fatma Betul Sayan Kaya biryara girtinê hat derxistin.
Di çarçoveya lêpirsînê de, Kaya, hevjînê wê Îlyas Kaya û Serokê berê yê Lijneya Bazara Sermayeyê (SPK) Îbrahîm Omer Gonul ji bo îfadedayînê cara duyemîn hatin gazîkirin Dadgeha Stenbolê. Piştî ku dozên ji bo her sê şikdaran li dozgeriyê qediyan, doz derbasî merhaleyek nû ya biryardanê bû.
Dozgeriyê bi daxwaza girtinê Fatma Betul Sayan Kaya ji ber "îxlalkirina Qanûna Bazara Sermayeyê" û "endambûna rêxistineke ku ji bo kirina sûc hatiye damezrandin" sewqî dadgeha sulhê ya nobedar kir.
Dadgeha sulhê, piştî nirxandina daxwaza dozger, biryara girtina Fatma Betul Sayan Kaya da. Kaya şandin girtîgehê, li Îlyas Kaya û Gonul qedexeya derketina derve û şertê îmzeyê yê mecbûrî hat dayîn. (ÎLKHA)