Wezîrê Derve yê Pakistanê Dar: Plana Trump a li ser Xezzeyê ne ew nivîsa ku me dît e

Wezîrê Derve yê Pakistanê Mihemed Îshaq Dar, di daxuyaniya xwe ya derbarê plana aştiyê ya Xezzeyê ya ku ji teref Serokê Emrîkayê Donald Trump ve hatiye ragihandin de got ku metna ku hatiye eşkerekirin ne belgeya ku ji Pakistanê re hatiye şandin e.

Dar di civîneke çapemeniyê de li Îslamabadê got, "Plana ku hatiye ragihandin ne ew nivîsa ku me dîtiye ye. Pêşniyar û daxwazên me yên ji bo guhertinan di vê belgeyê de cih nagirin."

Wezîr Dar tekez kir ku helwesta Pakistanê zelal e û diyar kir ku plana aştiyê pêkanîna agirbestê, gihandina bê asteng a alîkariyên mirovî û bidawîanîna koçberiya bi darê zorê wekî şertên bingehîn dihewîne.

Dar her wiha bi bîr xist ku Pakistanê bi welatên din ên Îslamî re daxuyaniyek hevbeş weşandiye û gotiye, "Em piştgiriyê didin her înîsiyatîfê ku dê şer rawestîne. Lêbelê, nivîsa heyî ne temam e û di forma xwe ya heyî de nayê qebûlkirin."

Dar destnîşan kir ku Pakistan dê pêşniyar û daxwazên xwe yên ji bo guhertinan di çarçoveya dema diyarkirî de ji Emrîkayê re ragihîne û tekez kir ku welatê wî dê pêvajoyê ji nêz ve bişopîne. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Erziromê perwerdeya veguhestinê hatiye rawestandin
Li Êlihê wesayîtek kete nav çem: 1 mirî
Li navçeya Midyada Mêrdînê mînîbusek û wesayîtek li hev qelibîn: 6 birîndar
33 koçberên neqanûnî yên di qeyikeke lastîkî de li peravên Îzmîrê hatin girtin
Li navçeya Bismila Dîyarbekirê di febrîqeya plastîkê de şewat derket