Wezîrê îşxalê Ben Gvîr, azanê qedexe dike!

Îtamar Ben Gvîrê îşxalker ê qaşo wezîrê ewlehiyê yê rejîma siyonîstî bi hinceta ku hoparlorên mizgeftan bûne “çavkanîya bêaramîyê” fermana komkirina hoperlorên mizgeftan da.

Li gorî rapora kanala 7 a televîzyona medyaya îşxalê Ben Gvîr, ferman da ku hoparlor, bi taybetî li mizgeftên bajarên tevlihev ên ku Ereb û niştecihên îşxalker bi hev re dijîn, ji aliyê polîsên îşxalê ve bi hinceta ku ew xelkê deverê "nerehet dikin" bên desteserkirin.

Ben Gvîr ji ser hesaba xwe ya medyayê Xê parvakirinekî kir û got, “Ez şanaz im ku siyasetek bi mebesta kêmkirina dengên ne maqûl ku bi hoperlorên li mizgeftan tê hilberandin, ku ji niştecîhên îsraîlî re bûye aciziyek, serbilind im.”

Biryara siyonîst Ben Gvîr a ku hoparlorên mizgeftan kom kiribû ji aliyê parlementerên Ereb ve li Knessetê bi tundî hat şermezarkirin.

Ahmed Tîbîyê parlementerê Ereb ê ku endamê “Alîyê Ereban a Cebhe-Guhertinê” ku yek ji kesên herî tund şermezar dike ye got, “Ben Gvîr ji bo dengdêrên xwe xweş bike, civaka Ereb bitepisîne û welatiyên Ereb bike hedef bi biryar e ku atmosfera şer ji bo destpêkirina şerekî dînî bikar bîne. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno