WHO ji bo Xezzeyê hişyarî da

Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê Tedros Adhanom Ghebreyesus, destnîşan kir ku jiyana nexweşên di Nexweşxaneya Kemal Advanê de ne di bin talîkeyê de ye.

Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê Tedros Adhanom Ghebreyesus, derheqê Nexweşxaneya Kemal Advana ku di bin dorpêça artêşa îşxalê de ye de daxuyanîyan da.

Ghebreyesus, îfade kir ku rewşa nexweşên di Nexweşxaneya Kemal Advana ku li bakurê Xezzeyê ye û di demeke dirêj e di bin êrîşa îşxalkeran de ye di bin talûkeyê de ye.

Adhanom Ghebreyesus destnîşan kir ku bi daxwaza tehlîyeya nexweşan û boberdûmana ku li nêzê Nexweşxaneya Kemal Advanê meseleyekî endîşedar e, nexweşxane demekî dirêj e di bin êrîşê de ye û jiyana nexweşên li vê derê jî di bin talûkeyê de ye.

Ghebreyesus weha got, “Li derdorê nexweşxaneyê divê bi acîlî agirbest bê îlankirin û ji bo nexweşan divê endamên tenduristîyê bêne parastin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê