WHO: Li 17 welatî 41 hezar weqaya kolerayê hat dîtin

Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê (WHO), daxuyand ku di sala 2024an de heta niha derdorê 40 hezar û 900 weqayên giran a kolerayê hatin tespîtkirin.

Di weqayên kolerayê de ji serê salê vir ve hejmar gelek zêde bûye.

Ev nexweşîna ku di gelek welatan de tesrîdar e li Emrîqa, Asyaya Rojhilata Başûr, Behra Spî ya Rojhilatê û Efrîqayê jî di nav de tev de di 17 welatan de bû sedema mirina 775 kesan.

WHO, di daxuyanîya ku belav kir de bal li ser vaksîna ku ji devan tê girtin kişand.

Organîzasyonên ku girêdayê Neteweyên Yekbûyî ne diyar kirin ku stokên “vaksîna koleraya kurewî” vala bûye.

Hat îfadekirin ku vê salê weqayên ku herî zêde hatine dîtin Zambîya û Zîmbabve ye û li wan herdu welatan jî li gorî rêzê 8 hezar û 300, 6 hezar û 600 weqa hatine qeydkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno