WHOyê li ser hantavîrusê daxuyaniyek belav kir

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) agahiyên nû yên derbarê bûyerên hantavîrusê yên bi keştiya geştyarî ya MV Hondius ve girêdayî parve kir. Daxuyaniyê ragihand ku heta 8ê Gulanê, bi tevahî 8 bûyer hatine tespîtkirin, ku 3 ji wan bi mirinê bi dawî bûne

Li gorî WHOyê, şeş ji wan bûyeran wekî vîrusa Andesê hatine piştrastkirin. Çar nexweş niha li nexweşxaneyê ne, û kesek ku berê wekî bûyerek gumanbar hatibû ragihandin, piştî ku testa wî ji bo hem PCR û hem jî serolojiyê xerab derket, ji kategoriya bûyerê hatiye derxistin.

Rayedaran ragihandin ku dîroka rêwîtiyê û têkiliyên potansiyel ên bûyera yekem têne lêkolîn kirin, û lêpirsînên epidemiolojîk berdewam dikin da ku çavkaniya enfeksiyonê were destnîşankirin.

Li gorî agahiyan, pisporekî WHO û pisporekî ji Navenda Ewropî ya Pêşîlêgirtin û Kontrolkirina Nexweşiyan li ser keştiyê bûn da ku piştgiriyê bidin rêwî û ekîban.

Di daxuyaniyê de her wiha hate destnîşankirin ku rêbernameyên teknîkî yên derbarê birêvebirina bûyerê, lêkolîna dozan, daketina rêwiyan ji keştiyê, û şopandina rêwî û ekîba ku vedigerin welatên xwe ji welatên têkildar re hatine şandin.

Hat ragihandin ku rêwiyek mêr ê mezin ku di 14ê Nîsanê de ji Tristan daketiye, di rewşek aram de ye û di karantînayê de ye. Heta ku encamên laboratîfê werin piştrast kirin, ew wekî rewşek muhtemel tê hesibandin.

"75 rewşên têkiliyê hatine tespîtkirin"

WHOyê got ku wê bi rêwiyên ku bi heman geştê ji Saint Helena ber bi Efrîqaya Başûr ve rêwîtî kirine, wekî yek ji bûyerên piştrastkirî, têkilî danîye.

Heta niha, 75 bûyerên têkiliyê li Efrîqaya Başûr hatine destnîşankirin, û 42 ji wan ji hêla rayedarên tenduristiyê yên neteweyî ve têne şopandin.

"Ji bo têkiliyên bê nîşanan karantîn nayê pêşniyar kirin"

WHOyê diyar kir ku divê welatên tesîrdar hevrêziya tenduristiya giştî bidomînin, û tekez kir ku tespîtkirina zû ya bûyerên gumanbar, îzolekirina bilez û tedbîrên kontrolkirina enfeksiyonê pir girîng in.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku daneyên zanistî yên heyî piştgirîya sûdwergirtina ji testên laboratîfê yên rûtîn an jî karantînayê ji bo têkiliyên bê nîşanan nakin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kontrola porsiyonê
Sêwreg de keyeyanê sêwiyan rê peştgiriya roşani
Li Şirnexê dijminatiya di navbera her du eşîran de bi dawî bû
Em tekbîrên teşrîqê ji bîr nekin
Li Diyarbekirê êrîşa bi çek: 2 birîndar