Xalid Meşal: Ji bo rizgarkirina Qudsê divê em tîfaqek cîhanî ava bikin

Xalid Meşal rêberê tevgera Hamasê li derveyî welat, di konferansa "Ehdul-Quds" a li Stenbolê de ji bo parastina Filistînê daxwaza avakirina cepheyek zextê ya cîhanî kir.

Xalid Meşal, nûnerê karên derve yê HAMASê, di konferansa "Ehdul Quds: Nûkirina Îradeya Ummetê li dijî Paqijkirin û Qirkirinê" de ku li Stenbolê hat lidarxistin, nexşerêyek stratejîk a berfireh ragihand.

Meşal diyar kir ku divê ji bo azadiya Filistînê tîfaqek nû ya cîhanî were avakirin û got, "Divê ev tîfaq rejîma sîyonîst, mîna zordariya siyasî ya ku rejîma apartheidê li Efrîqaya Başûr dorpêç kiribû, îzole bike."

Meşal di axaftina xwe de 10 projeyên stratejîk ên pêşîn rêz kirin û tekez kir ku armanca yekem û bingehîn rizgarkirina Qudsê, parastina Mescîda Eqsayê û serxwebûna hemû Filistînê ye.

"Şerê li Xezzeyê neqediyaye, gelê me hêna jî tê cezakirin"

Meşal got ku Xezze hêna jî di bin dorpêçeke mirovî ya giran de ye, û her çend aliyê leşkerî yê şer kêm bûye jî, sîstemeke nû ya cezakirinê bi rêya birçîbûn, nebûna dermanan û girtina xalên derbasbûnê dixebite.

Meşal got, "Xezze di sala 2021an de bû mertalek ji bo Qudsê. Îro, ew ji me gelek bêtir heq dike." û Wî wiha li axavtina xwe zêde kir:

"Em ji nû ve avakirina Xezzeyê li gorî pîvanên îsraîlê red dikin. Ne wesayet, ne rêveberiya derve, ne jî ji nû ve îşxalkirin nayê qebûlkirin. Tenê Filistînî dikarin Filistînîyan birêve bibin."

Ji bo Şerîaya Rojava parastina berxwedanê û hişyariya lezgîn

Meşal diyar kir ku berxwedana Filistînê û çekên wê "rûmeta Ummetê" ne û ew ji bo qelskirina berxwedanê banga redkirina hemû hewldanên kir.

Wî her wiha tekez kir ku Şerîaya Rojava û Quds hedefên êrîş, bicihbûn û polîtîkayên jêbirina nasnameyê yên herî dijwar in û got, "Hesabên mezin li van herêman pêk tên; ev berpirsiyariya her kesî ye."

Banga ji bo azadiya êsîran û yekîtiya neteweyî

Meşal bal kişand ser îşkenceyên giran, muameleya xerab û tehdîdên darvekirinê yên ku êsîrên Filistînî yên di zindanên rejîma sîyonîst de tên dîtin û got, "Şikandina van derîyan û azadkirina êsîrên me pêşîniya me ye."

Meşal, girîngiya yekîtiya neteweyî tekez kir û diyar kir ku tu yekparebûnek nikare mekanîzmaya biryardanê ya Filistînê yekdest bike û got, "Serkeftin û siyaset bi îradeyek hevpar tên. Kes nikare yekî din ji holê rake; em hemû hewcedarê hev in."

Redkirina normalîzekirinê û bangên ji bo zexta navneteweyî

Meşal bang li welatên Ereb û Îslamî kir ku ji her cure normalîzekirina têkiliyên xwe bi rejîma sîyonîst re dûr bisekinin û ji bo boykotkirin, darizandin û dûrxistina îşxalkeran ji platformên navneteweyî yên li çaraliyê cîhanê daxwaza kampanyayeke tund kir.

Wî got, "Îro, bi mîlyonan kes li çaraliyê cîhanê rejîma sîyonîst wekî rêxistineke sûc dibînin. Divê em ji vê derfeta dîrokî sûd werbigirin û vê rejîmê hem ji herêma xwe û hem jî ji qada navneteweyî dûr bixin."

Meşal di dawiya axaftina xwe ya li konferansê de diyar kir ku doza Filistînê bi "xaçerêyeke dîrokî" re rû bi rû ye û li ser talûkeya ji nû ve sêwirandina erdnîgarî û demografîk a Xezzeyê, tehdîdên zêde yên li Quds û Eqsayê û projeyên nû yên ku li seranserê Filistînê têne damezrandin hişyarî da. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê du otomobîl serî bi serî li hev ketin: 3 birîndar
Li navçeya Erxeniyê ya Dîyarbekirê, zilamekî piştî nîqaşekê xezûr û bûrayê xwe kuşt
Di qezaya otomobîl û qamyonekê de 2 kes mirin û yek jî bi giranî birîndar bû
Li peravên Îzmîrê 59 koçberên neqanûnî hatin xelaskirin
Li depoya emanet a Dadgeha Dîyarbekirê bi sedan fişek winda bûn