Xebatên lêgerînê a di madena li Îlîçê de ji ber rîska hezazê hat sekinandin

Hat destnîşankirin ji ber hezazê li navçeya Îlîça Erzîncanê xebat hatin sekinandin.

Wezîrê Karên Hindir Elî Yerlîkaya û Wezîrê Çavkanîyên Tebîî û Enerjîyê Alparslan Bayraktar derheqê hezaza ku li Erzîncanê pêk hat de daxuyanîyan da.

Bayraktar diyar kir ku di sehaya madenê ya ku hezaz pêk hatibû de rîsk zêde bûye, ji ber vê yekê ji xebatên lêgerîn û xelaskirinê re ji bo demeke kin navber hatîye dayîn.

Bayraktar weha got, “Rîska ku me çend roj berî îfade kiribû niha zêde bûye. Di cîhên ku ax neherikîye de tevgerekî ciddî heye. Ji ber van rîskan ji fealîyetên lêgerîn û xelaskirinê re navber hatîye dayîn.

Em xebatên xwe yên li alîyê bendavê didomînin. Ji bo rîska hezazê gelek xoceyên me yên akademî li vê derê ne. Niha jî gelo em ê van rîskan çawa ji holê rabikin dixebitin. Dema ku rîska hezazê ji holê rebibe em ê cardin dest bi xebatê bikin.

Tehqîqat didomin. Tehqîqatên hem edlî hem jî îdarî berdewam dikin.”

Wezîrê Karên Hindir Elî Yerlîkaya jî weha got, “Em wek Wezareta Karên Hindir bi AFADê ji bo 9 canên xwe ji roja ewil ve dixebitin. Di warê qeweta însanan de ti kêmasîyekî me tineye. Xebatên me ji xwe melûm e. Di hemû xebatên me yên lêgerînan de pêşîvanekî me heye. Ewlehîya AFAD û hemû însanên ku dixebitin e. Ji ber ku me dît wê giranîya li wê derê ne stabîl e xebatên xwe da sekinandin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê