Xelef Yilmaz: “Ev da’wa hanê ne da’wa Kurd û Tirk û Ereb û Farisan e. Ev da’wa Qudsê dawa ummetê ye”

Êrîş û zilma siyonîstan li ser Xezzeyê berdewam dike. Doh êvarê siyonîstan bi Emrîkayê re bombeyan avêtin Xezzeyê.

HUDA PARÊ bang kir ku bila temamê hemwelatî li her bajarî derkevin meydanan. Li Diyarbekrê jî HUDA PARê wek acîl doh êvarê li ber merkeza dan û sitendina Ceylan Karavîlê bername lidar xist.

Bername bi xwendina Quranê dest pê kir.

Piştî Quranê nivîskar û sîyasetmedaran derbarê êrîşên siyonîstan de beyanat dan û siyonîstan telîn û şermezar kirin.

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Xelef Yilmaz, derbarê zilma siyonîstan de û operasyona Tofana Eqsayê de axivî û weha got: Ummet bê deng e, êdî bes e. Ji welatên Îslamê tu umîd tine ye. 57 welatên Îslamê hene, lê belê vêga kulmeka musluman wezîfeya bedelî van welatan e. Ey Serokcûmhûr Erdogan, umîdeka me ji te hebû. Em naxwazin ew umîd biçe. Heger ew umîd biçe, wê çaxê wê rewş cûda be. Te firseta Selhaddînbûnê ji dest da. Ev îhtîmal hê heye. Lê belê ez vê yekê weha dibînim ku wê Selhaddînbûnê ji Erdogan re nesîp nebe.”

Yilmaz di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir “Ev da’wa hanê ne da’wa Kurd û Tirk û Ereb û Farisan e. Ev da’wa Qudsê dawa ummetê ye. Êdî bila wek dewra Selhaddîn Eyyûbî, ji vê derê esker û mêrxasrabin, bila Mûş, Diyarbekir, Batman, Mêrdîn, Şirnex, Batman, Riha, Entab û bajarên din bibin yek. Di vî warî de wek Selhaddîn û arteşa Selhaddîn hereket bikin.Belê boyqotkirin pir mûhîm e. Lazim e ku em mehsûlên siyonîstan nexin malên xwe. Em nexwin û venexwin û îstîmal nekin. Lê belê ya mûhîm ev e… Mehsûlên siyonîstan li ax û welatê me çi dikin?. Bila welatê me temamî îrtîbat û têkiliyên xwe bi siyonîstan re qut bike.”

Bername bi dûayê bidawî bû.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê du otomobîl serî bi serî li hev ketin: 3 birîndar
Li navçeya Erxeniyê ya Dîyarbekirê, zilamekî piştî nîqaşekê xezûr û bûrayê xwe kuşt
Di qezaya otomobîl û qamyonekê de 2 kes mirin û yek jî bi giranî birîndar bû
Li peravên Îzmîrê 59 koçberên neqanûnî hatin xelaskirin
Li depoya emanet a Dadgeha Dîyarbekirê bi sedan fişek winda bûn