Xelîl Hamid Xerazê ku yek ji fermandarê Qessam e şehîd bû

Tûgayên Îzzeddîn el-Qassam, daxuyand fermandarê ku bi bernavkê “Ebu Xalid” dihat naskirin ku navê wî yê rastî Xelîl Hamid Xeraz e şehîd bû.

Tugayên Îzzeddîn el-Qassam, derheqê meseleyê de daxuyanîyekî belav kir û di destpêka daxuyanîyê de weha got, “Bîsmîllah, Tûgayên Şehîd Îzzeddîn el-Qessam ji xelkê Fîlîstînê, Erep û ummeta Îslamê re mîzgînê dide.”

“Fermandarê Qessamê Micahîd, Xelîl Hamid Xeraz ‘Ebu Xalid’ di Kampa Miltecîyan a el-Reşîdîyeyê de, bi destê xaînên sîyonîstan, li Başûrê Libnanê di alîyê sînora Fîlîstînê a ku di bin îşxalê de ye de hat şehîdkirin.

Fermandarê Şehîd Xelîl ‘Ebu Xalid’, di hindir de û di derve de di alîyê destekdayîn û qewetkirina berxwedanê de xebatan kirîye, di micadeleya sehaya cîhadê de eserên xwe hiştîye. Şehîdê me micahidekî wek egîd û qehreman, xwe di rêya Xwedê de kir qurban û bi deh salan di hemû beşên cîhadê de amade bû.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno