“Xerb hewil dide bêexlaqîyên xwe telkînî me bike”

Di panela bi navê “Nirxa ku Tesettur bi Pîrekan Dide Qezenckirin” a ku li Zanîngeha Firatê hat tertîpkirin de hat destnîşankirin xerb hewild dide bêexlaqîyên xwe telkînî me bike.

Ji teref Civaka Xwendekarên Rêber ve li Zanîngeha Firata Xarpêtê  bo xwendekarên qîz  semînereke bi navê “Nirxa ku Tesettur bi Pîrekan Dide Qezenckirin” hat tertîpkirin.

Aynur Suluna Koordînatora Giştî ya Platforma Seferberîya Tesetturê û nivîskarê Kovara Nîsanûrê yewek axavtvan beşdarî bernamê bû.

“Armanca wan ew bû ku pîrekan  ji nirxên wan dûr bikin”

Sulun di axavtina xwe ya ku di bernamê kir de destnîşan kir ew heqên ku qaşo Xerb dide pîrekan bes dagirkirin û biçûkxistinê ye û hewil tê dayîn pîrek li gor berjewendîyên xwe bi kar bînin.Sulun dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew heqên ku qaşo Xerb dide pîrekan bes dagirkirin û biçûkxistine. Dema ku pîrekan dagir kirin tabîeta wê xera kirin. Armanca wan ew bû ku pîrekan  ji nirxên wan dûr bikin bû û bo vê yekê xebatên cûrbecûr dikin. Bes armanceke wan heye ew jî wek amûra ticaretê bikaranîna pîrekan e. Xerb hewild dide bi rêya medya, perwerdehî bêexlaqîyên xwe telkînî me bike.”

 “Xerb ji dayikan dayiktîya wan dizî”

Sulun di dawîya axavtina xwe de diyar kir di civakên Îslamî de hewil tê dayîn pîrek ji fitratên xwe bên dûrxistin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Di civakên Îslamî de dagirkirina pîrekan çi wextî dest pê kir? Ev dagirkirin bi dagirkirina civakên Îslamê dest pê kir. Di civakên Îslamî de hewil tê dayîn pîrek ji fitratên xwe bên dûrxistin Xerb ji dayikan dayiktîya wan dizî û wan xist amûrek. Îro tu pîrek wek pîrekên Xerbî nayên dagirkirin û eciqandin.”(ÎLKHA)




 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin