Xêrxwazekî ji Diyarbekirê dahata kirêya xwe ji bo Xezzeyê bexş kir

Xêrxwazên ku ji bo sivikkirina êş û azarên komkujî û qirkirina ku ji aliyê rejîma îşxalker ve li dijî Xezzeyê hatiye kirin, ji alîkarî û piştgiriyê dûr nakevin, her carê bi cureyekî fedakarîyê yê cuda dilsoziya xwe ya ji bo doza Qudsê nîşan didin.

Di demekê de ku hinek xêrxwazên li Dîyarbekirê wesayît, motorsîklet an bisiklêtên xwe bi xwişk û birayên xwe yên li Xezzeyê re parve dikirin, xêrxwazekî bi navê Mehmet Kaplan dahata kirêya xwe ji bona ku ew ji bo Xezzeyê bexş bikin da rayedarên Weqfa Êtîman.

Kaplan pêşwaziya rayedarên weqfê kir û diyar kir ku ew nikarin li hember drama li Xezzeyê bêdeng bimînin û malbata wan biryar daye ku dahata kirêya xwe bi Misilmanên Filistînî re parve bikin, û tekez kir ku divê her Misilman hemû piştgiriyê bide.

Kaplan piştî bexşa xwe ya watedar axivî û got:

"Me xwest em dawî li zilm û zordariya du salan a li ser Xezzeyê bînin û beşdarî rakirina bermahiyan bibin. Ez bawer dikim ku divê her kes di vî warî de rola xwe bilîze. Wekî malbatek, tiştê ku me dikarîbû bikin ev bû ku em piştgiriyek wusa darayî peyda bikin. Ez hêvî dikim ku gelê me bêxem nemîne."

Kaplan got, "Em xebata Weqfa Êtîman dişopînin; çalakiyên wan ên pir baş hene. Me dahata xwe ya ji kirêya xanî jî ji Xezzeyê re bexş kir." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Weqfa Êtîman ji bo xelkê Xezzeyê xwarinên fitarê amade dike
3 jê wan zarok 6 kes birîndar bûn
Ji bo malbatên hewcedar alîkarî
Dozvanekî muwahhîd: Malcolm X
Qerejdaxî: Rayê ma biyo xırabe, kes vengê ma nêşêno