Xezze bi "alîkariya" hewayî tê xapandin!

Ji Xezzeya ku divê rojane 800 qamyon bikeve hindir re, tenê qasî 5 qamyonan alîkarî ji hewayê hat şandin, ev jî bû sedema nerazîbûnê.

Her çiqas civaka navneteweyî li hember krîza mirovî ya li Xezzeyê bêdeng bimîne jî, operasyona alîkariya hewayî ya ku îro ji hêla artêşa îşxalker ve hatiye kirin rastî rexneyan hatiye.

Li gorî Radyoya Artêşa îşxalker, nêzîkî 150 qutiyên alîkariyê wê li Xezzeyê werin danîn. Ev mîqdar tenê bi qasî pênc qamyonên alîkariyê ye.

Lê dîsa jî, rojane herî kêm 800 qamyonên alîkariyê divê derbasî Xezzeyê bibin. Lêbelê, ji ber ku ketina bejahî bi piranî hatiye astengkirin, ev kêmkirina alîkarîya bi rêya hewayî hêna jî ji çareseriyeke gengaz dûr e.

Li gorî agahiyan, alîkarî ji teref Elmanya, Fransa, Spanya, Behreyn û Belçîkayê ve hatiye dayîn, û hêza hewayî ya Urdunê jî pêşengiya wê kiriye. Lêbelê, parêzvanên mafên mirovan vê yekê wekî "xeyalek bêkêr" bi nav dikin û tekez dikin ku krîza birçîbûnê ya ku gelê Xezzeyê pê re rû bi rû ye, tenê bi alîkariya bejayî ya berfireh û domdar dikare were sivikkirin.

Rêxistinên mirovî daxwaz dikin ku gavên bilez werin avêtin da ku dorpêça li ser Xezzeyê were rakirin û alîkariya pir pêwîst bê asteng bigihîje herêmê.

Di heman demê de, Rêvebirê Alîkariya Tenduristî ya Xezzeyê ji El Cezîreyê re got ku alîkariya hewayî ya ku digihîje Xezzeyê pir kêm e û piraniya wê li deverên dûr û talûke dikeve. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno