Xezze, bi rûyê tarî yê rejima sîyonîst re micadeleyê dike

Rejima sîyonîst, li Xezzeyê bi qutkirina ceryan, av û tenduristîyê jiyanê kir wek jiyanekî felçkirî. Gelê Xezzeyê jî ji bona ku lazimatîyên xwe yên enerjîyê temîn bikin, her roj ku diçe zêdetir zehmetîyê dibînin.

Xezze, ji 7ê Cotmeha sala 2023yan vir ve bi qutbûna ceryanê re micadeleyê dike.

Qutbunên ceryanê, xizmetên bingeh ên wek tenduristîyê û ava paqij jî kirîye wek felcê. Ev rewş, jiyana rojane ya gelê Xezzeyê zêdetir dike nav zehmetîyê.

Rejima sîyonîst, ava paqij a Xezzeyê jî kir nav zehmetîyekî mezin.

Gelê Xezzeyê bi tevî xizmetnedana tesîsa paqijkirina ava behrê ya li Deyr el-Belahê, di temînkirina ava paqij da zehmetîyê dibînin.

Di 2yê Adarê de rejima îşxalker biryara sekinandina têketina alîkarîyên însanî girtibû. Di 9ê Adarê de jî wezîrê enerjîyê ya qaşo yê rejima îşxalker Elî Cohen, daxuyand ku ji Xezzeyê re temînkirina ceryanê hatîye qutkirin.

Piştî êrîşên rejima îşxalker, nêzê 2 milyon Xezzeyî ji bona ku jiyana xwe ya rojane derbas bike panelên tavê yên ku zerarê dîtine temîr dikin û micadeleya jiyanê didin.

Bi tevî girtina derîyê sînor a ji teref rejima îşxalker temîrkirina panelên tavê jî ketîye nav zehmetîyê.

Li herêmê qutbûna ceryanê, jiyana Filistînîyan bi kurahî tesîrdar dike.

Sazîyên alîkarîyê yên herêmî jî ji bo temînkirina ava paqij û tenduristîyê bang dikin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar