Xureknas Zehra Göktaş Asrak: Xwarinên amade û bipakêt bandoreke neyînî li ser mezinbûn û geşedana zarokan dikin

Xureknas (Diyetisyen) Zehra Göktaş Asrak diyar kir ku di xwarina zarokan de divê danên xwezayî, hevseng û ji aliyê proteînê ve dewlemend werin tercîhkirin.

Bi hatina mehên havînê re guherîna ku di dabûnerên (neşwên) xwarinê de pêk tê, bi taybetî vexwarina xwarinên tendurust ji bo zarokan hê giringtir dike.

Pispor balê dikişînin ser wê yekê ku li şûna berhemên amade û bipakêt, tercîhkirina alternatîfên xwezayî, hevseng û çêkirina malê; hem ji bo geşedana zarokan hem jî ji bo tendurustiya wan a dema dirêj xwedî giringiyeke mezin e.

Xureknas (Diyetisyen) Zehra Göktaş Asrak, di nirxandina xwe ya ji bo nûçegihanê İLKHAyê de diyar kir ku xwarinên amade dikarin di zarokan de bibin sedema pirsgirêkên mezinbûn û geşedanê.

Asrakê bang li malbatan kir ku xwarinên bipakêt bînin asta herî kêm û zarokan bi xwarinên xwezayî û bi danên hevseng xwedî bikin.

“Li şûna xwarinên amade divê danên xwezayî û hevseng pêşkêşî zarokan werin kirin”

Asrakê da zanîn ku xwarinên amade ji ber maddeyên lêzêdekirî yên tê de hene û ji ber ku pir hatine pêvajokirin ne ew xwarin in ku mirov wan tercîh bike û weha got: "Ji ber ku rêjeya karbonhîdratê ya tê de bilind e jî, bi tu awayî ne ew berhem in ku ji bo zarokan werin tercîhkirin. Li şûna xwarinên amade, divê zarok bêtir xwezayî werin xwedîkirin; danên ku ji aliyê karbonhîdrat, rûn û proteînê ve hevseng in werin tercîhkirin."

Asrakê weha peyivî: "Xwarinên amade, ji ber maddeyên lêzêdekirî yên zêde ku di nav xwe de dihewînin, dikarin di zarokan de bibin sedema pirsgirêkên mezinbûn û geşedanê û di temenên pêş de jî bibin sedema zêdebûna îhtîmala tûşbûna nexweşiyên wekî şekir, tansiyon û kolesterolê. Pêdivî ye ku xwarinên wekî goşt, mirîşk, masî, fındıq, fistiq, gûz, şîr, mast û dew ku çavkaniyên proteînê yên bi kalite ne, di nav rojê de teqez ji aliyê zarokan ve werin vexwarin."

“Di xwedîkirina zarokan de divê xwarinên bipakêt dakevin asta sifirê”

Asrakê behsa wan xalan kir ku divê malbat di xwedîkirina zarokan de balê bidinê û weha got: "Divê malbat di xwedîkirina zarokan de berî her tiştî xwarinên bipakêt û amade bînin asta sifirê. Di danan de teqez divê hevsengiya karbonhîdrat, rûn û proteînê were dabînkirin. Heke xwarinên giranî karbonhîdrat wekî mekerone (makarna) û sorkirina patatayan were tercîhkirin jî, divê li gel wê bi xwarinên giranî proteîn û şewqatan (sebze) hevsengî were çêkirin. Di vê mijarê de şêwaza pijandinê giring e. Pijandin, yek ji wan taybetmendiyan e ku herî zêde tê paşguhkirin û divê mirov balê bidê. Şêwaza pijandinê hem dibe sedem ku kaloriyeke zêdetir were girtin, hem jî dibe sedema windabûna vîtamîn û mîneralên xwarinan."

“Li şûna xwarinên amade divê alternatîfên çêkirina malê werin tercîhkirin”

Asrakê bal kişand ser wê yekê ku bi hatina werza havînê û germbûna hewayê re dê di rûtînên rojane yên zarokan de guherîn pêk werin û gotinên xwe weha bi dawî kir: "Em di werza havînê de ne, hewa germ bû. Ji ber girtina (tatîlbûna) dibistanan, dibe ku zarok bêtir xwarinên amade bixwin. Em dikarin xwarinên amade yên ku zarok dixwazin, bixwe li malê çêbikin û bi vî awayî tercîhên saxlemtir pêşkêşî wan bikin."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ma ganî tîcaretê xo goreyê pîvananê İslamî bıkın
Li Silopiyê bi welatiyan re hat bal hev
23 kesên ku li Çemê Batmanê asê mabûn hatin rizgarkirin
3 gumanbar hatin girtin
5 kes birîndar bûn