Hewlêr, 29 Sibat (AKnews) – Li gor lêkolîneke nû ku encama wê di kovara Time a Amerîkî de hatiye belavkirin, xwarina masiyan bi berdewamî mirovan ji nexweşiya Alzihaymir (Alzheimer's) diparêze û mêjî xurt dike.
Lêkoler tekez dikin ku di goştê masiyan de pêkhateke gelekî baş ango nayab ji Vitamin, Protein û tirşên rûnî (çewrî) mînak (Omega-3) hene, bi taybet di goştê masiyên Salmon de.
Di wê lêkolînê de ku li ser 1575 kes hatiye encamdan, kesên ku rêjeya çewra Omega-3 di xwînê wan de bilind e, di taqîkirinan de ji wan kesên din baştir in ku rêjeya wê çewrê di xwînê wan de nizm e.
Lêkoleran amaje pê da ku li gor wêneyên heja magnetic MRI kesên ku Omega-3 li cem wan bilind e, mêjiyê wan zêdetir li ser hev e, ew jî nîşana çalakiya mêjî, xurtiya xwînê û encamdana erkan bi awayekî baştir û bîrkirineke kûr e.
Di raporê de li ser zarê lêkolerê di warê nexweşiya (Alzheimer's) de li zanîngeha California Zalde Tan hatiye belavkirin, “Ew hevsengî gelekî sad ye, ku vê wateyê dide, heger rêjeya Omega-3 kêm bibe çalakiyên mêjî lawaz dibin, di encam de jî hinek caran û digel mezinbûnê nexweşiya (Alzheimer's) çêdibe ku mirov şiyana bîranînê ji dest dide”.
Es (AKnews)
Xwarina masiyan mêjiyê mirovan çalak dike
Hewlêr, 29 Sibat (AKnews) – Li gor lêkolîneke nû ku encama wê di kovara Time a Amerîkî de hatiye belavkirin, xwarina masiyan bi berdewamî mirovan ji nexweşiya Alzihaymir (Alzheimer's) diparêze û mêjî xurt dike.
İlk yorum yazan siz olun
Yaşam Sağlık Haberleri
Acil Sağlık Haftasında kritik çağrı: Siren duyunca kenara açılın
Kilo veremiyorsanız sebebi "Lipödem Hastalığı" olabilir
Mevsim değişikliğine bağlı olarak görülen göz kuruluğuna dikkat!
Şu anda kültür aktarımını aile yerine yeni medya yapıyor!
Diş etlerindeki yanma ve ağrı farklı sorunların habercisi olabilir!