Xwendekarên Dîyarbekirê ji bo zarokên Xezzeyê bûn yek

Xwendekarên ji Dîyarbekirê yên ku ji trajediya li Xezzeyê re bêxem neman, bi lidarxistina kermesên xêrxwaziyê li dibistanên xwe, ji bo piştgiriya hevalên xwe yên Filistînî bi hev re pêşbaziyê kirin.

Ji bo kêmkirina zirara kûr a ku ji ber rejima îşxalker a li Xezzeyê çêbûye, li dibistanên Dîyarbekirê kermesên xêrxwaziyê hatin lidarxistin.

Kermesên xêrxwaziyê yên ku li dibistanên seretayî, navîn û amadeyî yên li Dîyarbekirê hatin lidarxistin, dîmenên rengîn pêşkêş kirin.

Di kermesa xêrxwaziyê ya bi mijara "Werin Piştî Şer Em Jiyanek Nû Bidin Xezzeyê" de, ku ji hêla Rêveberiya Perwerdehiya Neteweyî ya Parêzgehê ve hate koordînekirin, xwendekaran cûrbecûr berhem firotin, ji şîranî û şîrîniyên malê bigire heya xwarinên herêmî, tiştên destçêkirî û diyariyan. Hemû dahata firotanê dê wekî bexş ji Xezzeyê re were şandin.

Hinek dibistanan kermesa xêrxwaziyê di hundurê avahiyên xwe de, hinekan li kompleksên werzîşê û hinan jî bi asteke mezintir li baxçeyê dibistanê li dar xistin.

Dilsoziya xwendekaran a ji bo bazara xêrxwaziyê, ku dê û bavên wan jî ji hêla maddî û manewî ve beşdarî wê bûn, careke din dilsoziya zarokên Dîyarbekirê ji bo doza Qudsê nîşan da. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno