Xwendekarên Dîyarbekirî: Li hember bombeyênku têne avêtin kermeseke rojekî hindik e

Vê salê di çarçoveya bernameyên 23yê Nîsanê de di dibistanên Dîyarbekirê de ji bo Xezzeyê kermes tên tertîpkirin, xwendekaran jî ji mîkrofonan re axivîn.

Di çarçoveya bernameyên 23yê Nîsanê de di dibistanên Dîyarbekirê de ji bo Xezzeyê kermes tên tertîpkirin.

Xebatên kermesê yên ku roja Yekşema borî dest pê kiribû ev bû hefteyekî berdewam dike.

Li Lîseya Îmam Xetîp a TOBB Ferdî Yîgîtê îro ji bo Xezzeyê kermesek hat tertîpkirin.

Xwendekarên dibistanê ji mîkrofonê re fikr û ramanên xwe anîtin ziman û bal kişandin ku divê ev xebat bi rojekî tenê neyê hiştin.

“Xebatên ewakî hindik be jî wijdanên me rehet dike”

MUHAMMED HAYRAL

Muhammed Hayralê xwendekarê Lîseya Îmam Xetîp a TOBB Ferdî Yîgîtê weha got, “Nêzê hefteyekî ye kermes têne tertîpkirin. Îro jî di mekteba me de hat lidarxistin. îsraîl her roj Filistînê bomberdman dike me jî rojekî kermesek vekirîye ev ne tiştekî mezin e. Bila hemû kes alîkarîya Xezzeyê bike.”

MUHAMMED ÎKBAL TURKYILMAZ

Muhammed Îkbal Turkyilmaz, “Dema ku em bi dengê dîya xwe şîyar dibin ew bi dengên bombeyan radibin. Divê dewletan ji Xezzeyê re alîkarîyan bikin.”

Alî Omer Çinar, “Îro di mekteba me de kermesek hat tertîpkirin. Di nav heftê de li gelek dibistanên Dîyarbekirê kermes hatin vekirin. Em jî bi vê şeklê beşdarî vê bernameyê bûn. Her bexş û heqê hilberînên ku em ji li vê derê distînin diçe Xezzeyê û xûşk û birayên me yên li wê derê. Ev hinek be jî wijdanê me rehet dike. Em çiqas bexş bikin û tiştan bistînin ew ê hewqas ji Xezzeyê re bibin hêvî.”

ADLÎ OMER ÇINAR

“Çeteyên îşxalker ji Emrîkayê qewetê digrin û qirkirina xwe didomînin”

Xwendekarê Dibistana Navîn Muhammed Baglam, destnîşan kir ku di demên dawîn de rejima sîyonîst li dijî Filistînîyan êrîşên xwe zêde kirîye, “Li gelek dibistanên welatê me kermes tên tertîpkirin. Rejima îşxalker pişt ji Emrîkayê distîne û qirkirina xwe didomîne. Mixabin îro Misilman radikevin. Kermesên ku ji bona vê ummetê şîyar bikin tên tertîpkirin gelek muhîm in.”

MUHAMMED BAGLAM

Harun Kilavuz jî bibîrxist ku divê malên ku destekê didin rejima îşxalker bêne boykotkirin, “Me îro li dibistana xwe ji bo Xezzeyê kermesek tertîp kir. Em dikarin 23yê Nîsanê pîroz bikin lê zarokên li wê derê nikarin pîroz bikin. Em serê sibehan bi dengên elarmê şîyar dibin lê ew bi dengên top û guleyan şîyar dibin. Divê em ji wan re alîkarîyê û duayê bikin. Divê em hilberînên Coca Cola û Algîdayê boykot bikin. Yan na ew ê zarokên Filistînî zilmê bibînin. Em her roj ji zarokên Filistînê re duayan dikin. Bi îzna Xwedê ew ê ji vê zilmê xelas bibin û bila îsraîl jî qehr bibe.”

HARUN KILAVUZ

Muhammed Yusuf Aydin jî îfade kir ku ew vê salê bernameya 23yê Nîsanê bi manedar dibînin, “23yê Nîsana ku herî xweşik e em dijîn. Dema ku me kêfê dikir zarokên li wê derê dihatin qirkirin. Ji ber vê yekê me jî xebatek da destpêkirin. Em ê pereyên ku ji kermesê kom bikin ji wan re bişînin.”

MUHAMMED YUSUF ÎKBAL

(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar