Xwendekarên ku li Taxa Yolboyu Pirinçlikê ya ser navçeya Kayapinarê ya Amedê dijîn û di Lîse û Dibistana Navîn a Îmam Hatîpê ya Yahya Kemal Beyatlı, Lîseya Anadolûyê ya Pirinçlikê û Dibistana Seretayî ya Pirinçlikê de perwerdehiyê dibînin, anîn ziman ku ji ber ku xizmeta servîsê ji wan re nayê peydakirin mexduriyetê dijîn.
Xwendekarên ku diyar kirin ku ew her roj bi meşê diçin dibistanê û vedigerin, anîn ziman ku nexasim bi nêzîkbûna demsala zivistanê re dê di mijara veguhastinê de zehmetiyên mezintir bijîn.
"Ez û xwişk û birayên xwe bi hev re 2 kîlometreyan dimeşin"
Kadir Saymaz
Saymaz axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ez û xwişk û birayên xwe 2 kîlometreyan dimeşin. Di derketina dibistanê de jî em neçar dimînin ku heman rêyî bi meşê biçin. Em gelekî zorê dibînin. Em servîsê dixwazin."
Ji xwendekaran Kadir Saymaz diyar kir ku ew piştî taştêya sibehê bi du xwişk û birayên xwe re bi meşê diçin dibistanê û daxwaza servîsê kir.
Efe Yıldız
Efe Yıldız ê ku diyar kir ku ew bi meşê diçe dibistanê û vedigere jî wiha axivî:
"Ez bi meşê têm û bi meşê diçim. Ev rewş zor dibe. Ji me re dibêjin malên we nêzîk in û ji ber vê yekê servîsê nadin me. Lê belê mala min 2 kîlometreyan ji dibistanê dûr e."
İbrahim Halil Alkan
"Ji bo zarokên piçûk jî daxwaza servîsê: Ger servîs nayê dayîn ez ê neçim dibistanê"
İbrahim Halil Alkan ê ku li Taxa Yolboyu Pirinçlikê akincî ye, diyar kir ku nexasim xwendekarên temenpiçûk di mijara veguhastinê de zehmetiyan dijîn û daxwaza servîsê kir.
Alkan van îfadayen bi kar anî: "Zarokên piçûk hene. Heke servîs hebe dê ji bo wan jî baş bibe. Li aliyê din zivistan li ber derî ye. Divê dewlet di vê mijarê de bibe alîkar."
Ali Durmaz
Ji xwendekaran Ali Durmaz anî ziman ku ew ji bo bigihêjin dibistanê 3-4 kîlometreyan dimeşin û got ku di şert û mercên zivistanê de dê ev rewş hêj zehmettir bibe.
Durmaz axaftina xwe wiha berdewam kir: "Servîs tune ye. Em rêya 3-4 kîlometreyan bi meşê diçin. Ger di zivistanê de jî servîs neyê dayîn ez ê neçim dibistanê."