Xwepêşanên dijberê çekdarbûna şexsî

Li Amerîka bi sed hezaran kesên ku qanûna çekdarbûna şexsî û êrîşên bi çekdar ên li mekteban protesto kirin xwe berdan kolanan û gotin ‘êdî bes e.’

Li Washingtona paytexta Amerîka, xwepêşana  bi navê “March For Our Lives”(Bo Jiyana Me Bimeşe) ya ku kontrola çekdarbûnê diparast hat lidarxistin, bi sedhezaran kes beşdarî vê xwepêşanê bûn.

Di 14ê Sibatê de li Parklanda bajêra Florîdaya parêzgeha Amerîka êrîşa çekdarî li lîseyekê hatibû lidarxistin û di vê êrîşê de 17 kesa hatibûn kuştin. Piştî vê êrîşê li Amerîka çekdarbûna şexsî cardin hat rojevê û gelek xwepêşan dest pê kirin. Xwepêşanên ku navenda wan Washingtona paytexta Amerîka bûn û li zêdetirî 800 herêman hatin lidarxistin de kesên ku dijberên çekdarbûna şexsî ne xwe berdan kolanan û xwepêşanan li dar xistin.

Li Amerîka lobîya çel bi hêz e

Raya giştî ya Amerîka di van demên dawî de di warê qedexekirina çekan de bûye du pişk. Li gor qanûna Amerîka  kirîna çekan û li ser xwe gerandin wek heqekê tê qebûlkirin.

Li Amerîka National Rifle Associationa ku lobîya çekan a herî mezin a Amerîka ye di nav wan sazîyên herî bi tesîr de ye. Partîya Komarîstan destekeke mezin dida mafa mirîna çekan û li ser xwe gerandinê û dibêje ev yek heqek e û nikare bê guherandin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin