Du birayên piçûk ku malbata wan ji Mehela Xasê (Yeni Mahalle) ya navçeya me Çinarê ji bo karkirinê çûbûn navçeya Kopê (Bulanık) ya Mûşê, di avê de fetisîn û jiyana xwe ji dest dan.
Bûyer, roja înê li gundikê Kilindorê yê ser bi gundê Yazbaşiyê yê navçeya Bûlanixê, di Çemê Qocasuyê de qewimî.
Li gorî agahiyên hatine bi dest xistin, xwuşka 11 salî J.C. dît ku birayê wê yê 9 salî H.C. di nav avê de dikeve perpitînê û xwe avêt avê. Ji her du birayên ku bi herikîna avê re çûn, J.C. ya 11 salî ji aliyê apê wê ve ji avê hat derxistin û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Kopê. Lê belê li vir tevî hemû destwerdanan jî jiyana xwe ji dest da.
Ji bo birayê wê yê 9 salî H.C. yê ku bi herikîna avê re çû û winda bû jî li herêmê xebateke berfireh a lêgerîn û rizgarkirinê hat destpêkirin.
Di xebatên ku di bin koordînasyona AFADê de hatin kirin de, bi tevahî 74 personelên ku ji tîmên AFADê yên Mûş û Erzurumê, Rêveberiya Emniyetê ya Wanê, Fermandariya Cendermeyan a Wanê, Fermandariya Cendermeyan a Navçeya Kopê, UMKE û tîmên Tenduristiyê yên 112ê pêk dihatin beşdar bûn.
Di lêgerînan de 14 melevan (dalgıç), 2 bota raftîngê û 2 dron hatin bi kar anîn.
Di roja sêyem a xebatan de, di skanirina bi dronê de li ser avê nuqteyek hat tespîtkirin. Bi guhestina tîman a ji bo herêmê û piştî lêkolînê, cenazeyê H.C. hat dîtin.
Cenazeyê zarokê piçûk, nêzî 3 kîlometre dûrî cihê ku ketibûyê ji avê hat derxistin û birin ber qeraxê.
Hat diyar kirin ku taziyeya zarokan li Malbata Taziyeyê ya Mehela Xasê (Yeni Mahalle) tê qebûlkirin.