Yapicioglû çû sersaxiya Mûstafa Dayanê Yûsûfî

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglû çû tazîya Mûstafa Dayanê Yûsûfî yê ku ji bo weri sersaxiya bavê xwe ji girtîngehê destûr girtibû.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglû çû tazîya Mûstafa Dayanê Yûsûfî yê ku ji bo weri sersaxiya bavê xwe ji girtîngehê destûr girtibû û di bin kontrola cendirmeyan de hatibû şîna bavê xwe zîyaret kir.

Mûstafa Dayanê ku ji ber nasnama xwe ya Îslamî ev 22 salê wî ye di zîndanê de ye û marûzî gelek îşkenceyan maye û hê jî mexdûrîyeta wî dewam dike ji ber ku bavê wî rehmet kiribû di bin kontrola cendirmeyan de hatibû şîna bavê xwe. Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglû çû şîna bavê Mûstafa Dayan û ji bo merhûm ji Xweda Rehmet, ji bo malbat û eqrebayên wî jî sersaxî xwest.

Sabrî Dayanê merhûm ji ber ku 2 damarên xwînber yên di serî wî de xetimî bûn felc bûbû û bi mehan neçûbû hevdîtina lawê xwe. Dayanê ku demeke dirêj di nexweşxaneyê de li unîteya lênihêrîna giran de bû wefat kir û bi hesreta lawê xwe yê Yûsûfî û çû bal Rehmeta Xweda.

ÎLKHA


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin