Yapicioglu: Derbeya 27ê Gulanê hem li dijî bawerîya xelkê hem jî li dijî mafê îdarekirina bixwe hatîye kirin

Zekerîya Yapicioglu ji ber sedema salvegera 64emîn a derbeya 27ê Gulana 1960an ku di dîroka Komarîyê de derbeya ewil e daxuyanî da û îfade kir, “Derbeya 27ê Gulanê, hem li dijî bawerîya xelkê hem jî li dijî mafê îdarekirina bixwe hatîye kirin.”

Ji ser derbeya 27ê Gulana 1960an ku di dîroka Komarîyê de derbeya ewil e ve 64 sal derbas bûn.

Derbe an jî îxtîlala 27ê Gulana 1960an di dîroka Komarîyê de derbeya leşkerî ya ewil e, xeyn ji mirovên ku emirê dane, di bin fermandarîya 37 efserên biçûk û Tûmgeneral Cemal Madaoglu de hat plankirin û tertîpkirin.

Komeke efser îddîa kirin ku Partîya Demokrat ku di sala 1950yan de bi rayên xelkê hatin desthilatdarîyê, “roj bi roj welatê dibe ber rejîma zextê û şerê di navbera birayan de”, ji ber vê yekê di serê sibeha 27ê Gulana 1960an dest danî li ser îdareya welat.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ji ber sedema salvegera derbeya ku bûbû sedema îdamkirina serokwezîrê welat û du wezîrên welat li ser hîsaba xwe yê medyaya civakî daxuyenîyek parve kir.

Yapicioglu weha got, “#27 Gulanê, yên ku li dijî komarîya komarê komarîya cuntayê diparastin digotin “şoreş”, derbeyek e. Ev derbe hem li dijî bawerîya xelkê hem jî li dijî mafê îdarekirina bixwe hatîye kirin. Derbeya 27ê Gulanê, dayîka derbeyên ku pişt vêya were ye.

Ez di salvegera derbeyê de #Menderes û hevalên wî yên ku bi cînayeta cuntayê hatibûn qetilkirin bi rehmet yad dikim.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno