Yapicioglu derheqê Qetlîama Helebceyê de peyam da

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, di salvegera 37emîn a qetilkirina bi hezaran Kurdên Helebceyê ku di 16ê Adara 1988an de ji teref rejima Seddam Huseyîn ve bi çekên kîmyewî hatine qetilkirin de peyamek belav kir.

Yapicioglu li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî weşanek belav kir, di peyama xwe de bibîrxist ku ji ser Qetlîama Helebceyê ku rûpela tarî ya dîroka însanîyetê û rûyê reş ê ku nayê paqijkirin a zaliman e ve 37 sal derbas bûn.

Zekerîya Yapicioglu bal kişand ku qetlîama ku bi çekên kîmyewî hatîye kirin qirkirineke zelal e, “Îro 16 Adarê. Ji ser Qetlîama Helebceyê ku rûpela tarî ya dîroka însanîyetê û rûyê reş ê ku nayê paqijkirin a zaliman e ve 37 sal derbas bûn. Qetlîama ku bi çekên kîmyewî hatîye kirin, qirkirinekî zelal e. Encax ev wehşet, xeyn ji çend îstîsnayan hêna jî wek qirkirinê nehatîye naskirin. Zerarên mirovên ku di qetlîamê de sax xelas bûne û yên ku xizmên wan di qetlîamê de mirine nehatine tazmînkirin. Ji bona ku edalet were cîh ne tenê bes e ku zalim werin cezakirin, divê heqê mezluûm û mexdûran jî bên dayîn. Di salvegera qirkirinê de ez carekî din şehîdên Helebceyê bi rehmet yad dikim, qatilên wan jî lenet dikim.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar